NÛÇEYÊN KURDÎ

GUNDÎYAN NAXWAZIN ZEVÎYÊ WAN Ê ÇANDÎ RADESTÊ TOKÎ'YÊ BIBE

Şênîyên gundê Cigerlo ya Êlihê ji ber zevîyên fistiqên ku bi salan e diçînin wê di çarçoveya Projeya Malên Civakî de radestê TOKÎ'yê bên kirin, bertek nîşanê vê rewşê dan.

GUNDÎYAN NAXWAZIN ZEVÎYÊ WAN Ê ÇANDÎ RADESTÊ TOKÎ'YÊ BIBE

Gundîyan anî ziman ku ew li dijî geşkirina zevîyên bi hezaran darên fistiqê ne. Gundîyên li herêma ku zevîyên fistiqan lê ne hatin cem hev, daxuyanîya çapemenîyê dan. Gundîyan dîyarkirin ku zevîyên ku ew bikar tînin erdên xezîneyê ne, lê bi salan e baca van erdan didin û bal kişandin ku niha ev erd ji destê wan tên standin. Zeydan Beycan ê ku li ser navê gundîyan daxuyanîya çapemenîyê xwend, dîyar kir ku li herêmê nêzê 30 hezar darên fistiqan hene û wiha got: “Niha em hîn bûn ku wê zevîyên fistiqan radestê TOKÎyê bikin. Ev zevîyên ku darên me yên ku me şev û roja xwe kiribû yek û weke meriv zarokekî mezin bike me ked diberde daye, niha vediguhêzin TOKÎ'yê û tê xwestin projeya xanîyên civakî bê çêkirin. Nêzê 30 hezar darên fistiqan tên birrîn û wê livir bikin çola betonê. Van daran di navbera 10 û heta 35 salî ne û berhemekê xweşik jê derdikeve.” Beycan di dawîya daxuyanîya xwe de wiha got: “Em ji we dipirsin, hûnê van zevîyên fistiqên ku ji me re nafiroşin, win ê bifiroşin kê? Li gor daneyên çandinîyê nirxê van daran 8-10 hezar lîre ye. Ji bo rakirina van darên ku bi qasê 300 mîlyon nirxa wan heye, bi kîjan wîjdanê hûnê jê bikin? Divê were zanîn ku em ê van darên ku me şev û roj diberde ked û xwîdan daye ji çola betonê re nekin qurban. Daxwaza me ew e ku tavilê ji vê xeletîyê vegerin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.