NÛÇEYÊN KURDÎ

GUZEL PÊŞNÎYARNAMEYEK LI ZINDANÊ AMADE KIR Û JI MECLÎSÊ RE ŞAND

Parlamentera HDP'ê ya Amedê Semra Guzel a ku piştê parêzbendîya wê hat rakirin û şandin Girtîgeha Sîlîvriyê, pêşnîyarnameya li girtîgehê amade kiribû ji Meclîsê re şand.

GUZEL PÊŞNÎYARNAMEYEK LI ZINDANÊ AMADE KIR Û JI MECLÎSÊ RE ŞAND

Guzel xwest ku Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî Derya Yanîk bersivê bide pirsa tundiya li ser jinê. Guzel Di pêşnîyarnameya xwe de wiha got; “Şaredariyên Amedê ji bo pêşîlêgirtina şîdeta li ser jinê polîtîkayeke çawa dimeşînin û gelo ev polîtîkayên wan di çarçoveya şopandina Wezareta we de ye ya na? Xebat û xizmetên Midûriyeta Malbat û Xizmetên Civakî ya bajarê Amedê çi ne? Xuyaye ku di xebat û xizmetan de kêmasî heye û qîmê nake, gelo ji bo xebat û xizmetên nû wê gav bên avêtin? Ji ber ku nûçeyên hin kuştinan di medya û çepemeniyê de cih nagirin, li gorî daneyên wezaretê di sala 2022’an de li Amedê bi giştî çend jin û çend zarok ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin? Xebatên niha ji bo bidawîkirina şîdeta mêr tên kirin çi ne?”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.