NÛÇEYÊN KURDÎ

HÎNDÎSTAN, WÊ MAŞÎNEYA FEZAYÊ BIŞÎNE ROJÊ

Hindistanê piştê ku bi keştîya xwe ya fezayê daketineke serkeftî li stûyê başûrê Heyvê kir, ragihand ku ew ê maşîneyeke fezayê jî bişîne Rojê.

HÎNDÎSTAN, WÊ MAŞÎNEYA FEZAYÊ BIŞÎNE ROJÊ

Hindistanê piştê ku bi keştîya xwe ya fezayê daketineke serkeftî li stûyê başûrê Heyvê kir, ragihand ku ew ê maşîneyeke fezayê jî bişîne Rojê.

Ajansa fezayê ya Hindistanê ISRO vê hefteyê xwe amade dike ku peykeke nû ya bi navê Aditya-L1 biavêje, ku armanca wê lêkolîna Rojê ye.

ISRO, di posta xwe ya medyaya civakî de, ragihand ku "Aditya-L1, yekem çavdêrîya Hindî ya li fezayê ku li ser Rojê lêkolîn dike. Biryar e ku di 2ê Îlonê de dest pê bike". Bi Aditya ku bi Hindikî tê wateya "Roj"ê, ISRO hêvî dike ku ji bo cara yekem çalakîya stêrka herî nêzê Cîhanê ji fezayê, û bandora wê li ser bûyerên hewaya fezayê yên wekî bahozên tavê di demek rast de bişopîne. Ajansa fezayê dîyar kir, "Dema gera giştî ya ji avêtinê heya L1 wê ji bo Aditya-L1 nêzî 4 mehan bidome."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.