NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ CIVÎNA EWLEHÎYÊ YA HILBIJARTINA 2023AN HAT LIDARXISTIN

Berîya hilbijartinên serokkomarî û parlementoyê yên ku wê di 14ê Gulanê de bên kirin, yekem civîna ewlehîyê li Amedê hat kirin.

LI AMEDÊ CIVÎNA EWLEHÎYÊ YA HILBIJARTINA 2023AN HAT LIDARXISTIN

Berîya hilbijartinên serokkomarî û parlementoyê yên ku wê di 14ê Gulanê de bên kirin, yekem civîna ewlehîyê li Amedê hat kirin. Civîn bi mazûvanîya Walîyê Amedê Alî Îhsan Su pêk hat. Alîkarê Wezîrê Navxweyî Mehmet Ersoy û walîyên  bajarên Amed, Semsûr, Êlih, Çewlik, Bedlîs, Elezîz, Meletî, Mêrdîn, Sêrt, Riha, Şirnex, Colemêr û midûrên polîsan û fermandarên cendirmeyan beşdarê civînê bûn.

Di civîna ku 12 walîyên herêmên Rojhilat û Başûrrojhilat beşdar bûn de, tedbîrên ku bên girtin hatin eşkerekirin.

Di vê çarçoveyê de wê di pêvajoya hilbijartinê de zêdetirî 600 hezar parêzvan û bekçî li qadan bin.

Kesên di bin 18 salîyê de wê destûr neyê dayîn ku afîşan belav bikin. Ji ber ku proseya hilbijartinê bi meha Remezanê re derbas dibe, wê di bernameyên fitar û sehûrê de jî tedbîrên ewlehîyê bên girtin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.