NÛÇEYÊN KURDÎ

JI BENZÎN, MAZOT Û LPG’YÊ RE ZEMA OTV PÊK HAT

Piştê ku Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkîyeyê (TUÎK) daneyên enflasyonê yên meha Berfanbarê eşkere kir, zêdekirina baca serfkirinê ya taybet (OTV) ya li ser neftê û alkolê eşkere bû.

JI BENZÎN, MAZOT Û LPG’YÊ RE ZEMA OTV PÊK HAT

Bi zêdebûna OTV re benzîn 2,31 lîre, mazot 2,17 lîre û LPG jî 1 lîre hat zêdekirin. Li gorê lîsteya OTV ya hejmar I, mîqdara OTV ya benzîna 95 oktan ji 7,52 lîreyê bû 9,45 lîre, mîqdara OTV ya mazotê ji 7,05 lîreyê bû 8,86 lîre, mîqdara LPGyê ji 5,77 lîreyê bû 7,25 lîre, mîqdara ji bo gazê ji 0,0747 lîreyê derket 0,0938 lîreyê.

Li Amedê piştê ku OTV zêde bû lîtreya benzînê bi 38,15 lîreyê, mazot bi 40,65 lîreyê û LPG jî 19,50 lîreyê tê firotin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.