NÛÇEYÊN KURDÎ

JI BAROYA AMEDÊ BERTEK JI BO QEDEXEKIRINÊN MUZÎKÊ: “JI FERASETÊN QEDEXEYÊ BITERKÎNIN”

Piştê ku konsertên hunermendên wekî Aynur Dogan û Mem Ararat hatin qedexekirin, Baroya Amedê daxuyanîyek da.

JI BAROYA AMEDÊ BERTEK JI BO QEDEXEKIRINÊN MUZÎKÊ: “JI FERASETÊN QEDEXEYÊ BITERKÎNIN”

Piştê ku konsertên hunermendên wekî Aynur Dogan û Mem Ararat hatin qedexekirin, Baroya Amedê daxuyanîyek da.

Di daxuyanîyê de wiha hat gotin: “Di mehên dawî de li gelek bajarên welêt li ser qedexekirina çalakîyên wekî konsert, şano û festîvalan biryarên bêqanûnî hatin girtin. Bi dîtina bûyer û hunermendên ku biryarên qedexeyê lê hatine girtin, em dibînin ku biryarên li ser ziman, çand û şêwazê jîyanê, bi mebestên zayendîparêz, keyfî û siyasî têne girtin. Hin biryarên wan ji alîyê Walîtîyan ve bi armanca "temînkirina hawîrdora aramî, ewlehîya giştî" tên girtin. Em bang li her kesî dikin ku dev ji feraseta qedexekirî ya ku hurmetê nade huner, ziman, cudahîyan û şêwazên jiyanê berdin. Em ê li dijî van pêkanînên bêqanûnî tedbîrên pêwîst bigirin. Em bi raya giştî re parve dikin ku em ê pêvajoyê bişopînin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.