NÛÇEYÊN KURDÎ

HABER-SEN: EM Ê Lİ DIJÎ KADROYÊN NEHEQ SERÎ LI DARAZÊ BIDIN

Sendîkaya Kedkarên Çapemenî, Ragihandin û Postexaneyê (HABER-SEN) Şaxa Amedê li ber Serokatîya PTT'ê ya Amedê li dijî kadroyên sîstematîk daxuyanî da.

Di daxuyanîyê de pankarta "Ji cudakarîya sendîkayan û karmendan re na" hat vekirin. Sekreterê Şaxa HABER-SEN'ê ya Amedê Yilmaz Tekîn di daxuyanîyê de axivî û îdîa kir ku hikûmetê pêvajoya ku bi hewldana derbeya 2016'an re pêşketibû ber bi berjewendîya xwe ve veguherand û bi Rewşa Awarte (OHAL) û Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) gelek xebatkarên muxalîf îxrac kirine. Tekîn dîyar kir ku ew ê tayînên nehiqûqî yên hikûmetê bigihînin darazê û wiha berdewam kir; "Em ê hemû mafên civakî, aborî û demokratîk ên xebatkarên PTT'ê biparêzin û sazîya xwe biparêzin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.