NÛÇEYÊN KURDÎ

HALUTZ: ÎSRAÎL DI ŞERÊ LI DIJÎ HAMASÊ DE TÊK ÇÛ

Serfermandarê Îsraîlê yê berê Halutz got: "Îsraîl di şerê li dijî Hamasê de winda kirîye. Divê Netenyahu dev ji Serokwezîrîyê berde."

HALUTZ: ÎSRAÎL DI ŞERÊ LI DIJÎ HAMASÊ DE TÊK ÇÛ

Serfermandarê berê yê Îsraîlê Dan Halutz got ku Îsraîl di şerê li dijî Hamasê de winda kirîye.

 

Halutz di hevpeyvîna xwe ya bi kanala 14 a televizyona Îsraîlê re behsa êrîşên li ser Gazeyê kir.

 

Halutz nirxand ku Îsraîl di şerê li dijî Hamasê de têk çûye û ji bo "bi ser bikeve" divê Serokwezîr Binyamin Netanyahu dev ji wezîfeya xwe berde.

 

Halutz dîyar kir ku piştê êrîşên li ser Gazeyê bi dawî bibin, hêvîya hilbijartinên pêşwext heye.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.