NÛÇEYÊN KURDÎ

HAT ÎDÎAKIRIN KU LI AMEDÊ MAMOSTE LI XWENDEKAR XISTÎ YE!

Hat îdîakirin ku xwendekarekî li Dibistana Navîn a Walî Kûrt Îsmaîl Paşa ya Amedê dixwîne, ji alîyê mamosteyê xwe ve rastê lêdanê hatîye.

HAT ÎDÎAKIRIN KU LI AMEDÊ MAMOSTE LI XWENDEKAR XISTÎ YE!

Hat îdîakirin ku xwendekarekî li Dibistana Navîn a Walî Kûrt Îsmaîl Paşa ya Amedê dixwîne, ji alîyê mamosteyê xwe ve rastê lêdanê hatîye.

Di bûyera ku di 2yê Hezîranê de li Dibistana Navîn a Walî Kûrt Îsmaîl Paşa ya navçeya Kayapinarê pêk hat de, hat dîyarkirin ku mamosteyê werzîşê A.A. û xwendekarê wî Û.Y.Ç di dema tûrnûvaya futbolê de bi gotinan nîqaş kirin e.

Li gor nûçeya Dîyarbakiryenîgunê, hat îdiakirin ku mamoste A.A di dema nîqaşê de li xwendekarê xwe Û.Y.Ç xistîye. Bavê xwendekar H.Ç., dîyar kir ku wan ji nexweşxaneyê rapora derbekirina kurê xwe girtîye û dixwazin mamosteyê ku tundî li dijî kurî wî bikaranîye bê cezakirin.

H.C yê bavê xwendekarê 12 salî, di daxuyanîya xwe de wiha got: “Mamoste bi neheqî li zarokê min xist. Dema ji dibistanê vegerîya ez û kurê xwe çûne Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddîn Eyyûbî û derbarê lêxistinê de me rapor wergirtin. Me piştê raporê li mamoste gilî kir.

Em dixwazin mamoste were cezakirin. Heqê tu mamosteyan tune ye ku li xwendekarên xwe tundîyê bikarbîn e. Em zarokên xwe dişînin dibistanê da ku perwerde bibe, lê belê rastê lêdanê tê. Em dixwazin ev sûc bê ceza nemîn e. Ez ê kurê xwe li dibistaneke din qeyd bikim." Rayedarên Midûrîyeta Perwerdeya Neteweyî ya bajarê Amedê agahî parve kirin ku derbarê bûyerê de lêkolîn tê kirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.