NÛÇEYÊN KURDÎ

HAT ÎDÎAKIRIN KU LI HIN DIBISTANÊN DEWLETÊ POLÊN TAYBET HENE

Hat îdîakirin ku li hin dibistanên dewletê yên Amedê polên 'taybet' hene û dayîk û bavên ku dixwazin zarokên xwe bişînin van polan, pere didin dibistanê.

HAT ÎDÎAKIRIN KU LI HIN DIBISTANÊN DEWLETÊ POLÊN TAYBET HENE

Ji bo qeydkirina xwendekaran a li dibistanên dewletê di bin navê 'bexş' de ji dayîk û bavan xwestina hin xercê yek ji pirsgirêkên herî kronîk ên perwerdehîyê li Tirkîyeyê ye. Digel ku sedema van bexşan wek 'Dewlet pere nade' tê gotin, gavên ku wezaretê di vî warê de avêtine têr nake.

Li gor nûçeya Ardil Batmaz a Gazete Duvar, li Tirkîyeyê pergala perwerdehîyê her roj bi pirsgirêkek nû derdikeve pêş, hat îdîakirin ku li hin dibistanên dewletê ya Amedê polên taybet hene.

Hevserokê Egîtîm Sen'ê yê Şaxa Amedê Zulkuf Guneş, dîyar kir ku li Amedê li hin dibistanên dewletê polên 'taybet' hene û dayîk û bavên ku dixwazin zarokên xwe bişînin van polan ji alîyê rêveberîya dibistanê ve pere tê standin.

Li gorê Guneş, li hin dibistanên dewletê polên 'taybet' hene, bi taybetî yên ku di asta dibistana seretayî û navîn de perwerdeyê didin.

Di van sinifan de jîngeha paqij, perde, klîma, texteya teknolojîk, maseyên û seqûnên nû, yên ku divê dewlet bê cudahî bide hemû dibistan û polan, di van polan de tê dabînkirin, lê belê ev hemû şert û merc di polên asayî de tine ye.

Her wiha mamosteyên herî serketî yên dibistanê dersa polên taybet didin û ji van polan re 'îmtîhanên ceribandinê yên taybet' tên dayîn.

Dayîk û bavên ku dixwazin zarokên xwe bişînin van polan, bi rêbaza ku ji alîyê rêveberîya dibistanê ve hatîye dîyarkirin, xercê didin esnafekî nêzîk an jî hesabê komeleya dêûbav-mamosteyan.

Guneş, destnîşan kir ku ji xwendekarên li dibistanên dewletê dixwînin xwestina heqê dibistanên taybet ne pratîkeke qanûnî ye û destnîşan kir ku divê rê nedin pêkanînên ku di perwerdehîyê de newekhevîya derfetan çêdike.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.