NÛÇEYÊN KURDÎ

JINA KU LI MALA XWE BI TIVINGÊ BIRÎNDAR BÛBÛ JÎYANA XWE JI DEST DA

Dayîka 3 zarokan Aysel Kaya ku li Amedê di malekê de bi tivingê birîndar bû hat dîtin, tevê hemû midaxaleyan jî jîyana xwe ji dest da.

Bûyer li gundê Yeşîldalli ya navçeya Baglarê pêk hat. Aysel Kaya danê sibê li malê ji aliyê xizmên xwe ve hat dîtin ku bi guleyên tivingê birîndar bûye.

Li ser agahdarkirinê ekîbên tenduristîyê û cendirme sewqê cîhê bûyerê hatin kirin. Kaya ku piştê alîkarîya ewil rakirin nexweşxaneyeke taybet tevê hemû midaxaleya doktoran jîyana xwe ji dest da.

Cenazeyê Aysel Kaya ji bo otopsîyê birin Sazîya Tiba Edlî. Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.