NÛÇEYÊN KURDÎ

HAT ÎDÎAKIRIN KU TTBÊ XWESTÎYE MEXDÛRÊN ERDHÊJÊ JI OTELÊ DERXIN

Mexdûrê erdhêjê ku piştê erdhêjên 6ê Sibatê li Tekîrdagê ji alîyê şaredarîya bajêr ve wek mêvan dihatin vehewandin.

HAT ÎDÎAKIRIN KU TTBÊ XWESTÎYE MEXDÛRÊN ERDHÊJÊ JI OTELÊ DERXIN

Mexdûrê erdhêjê ku piştê erdhêjên 6ê Sibatê li Tekîrdagê ji alîyê şaredarîya bajêr ve wek mêvan dihatin vehewandin.

Hat îdîakirin ku piştê hilbijartinê biryara derxistina wan ya ji otelê hatîye dayîn. Ev biryar  bû sedema bertek û nerazîbûnan. Hat dîyarkirin ku piştê bertek û nerazîbûnan Şaredarîya bajarê Tekîrdagê bi şûnde gav avêtîye û muhleta mayîna li otelê dirêj kirî ye.

Şaredarîya Tekîrdagê di daxuyanîya xwe ya nivîskî de dîyar kir ku  ji bo 100 kesên mexdûrê erdhêjê butçe hatîye veqetandin. Lê ji ber ku hejmar zêdebûn ev butçe zû qedîya ye. Li gor daxuyanîya Şaredarîyê, divê berîya hilbijartinê kesên li otelê diman hatine hişyar kirin û biryar ji wan re hatîye ragihandin. Hat destnîşankirin ku muhleta mayîna otelê hatîye demdirêj kirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.