NÛÇEYÊN KURDÎ

JI BO JINÊN DI SER 35 SALÎ RE NE LI ZANÎNGEHAN KONTENJANÊN ZÊDE

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan dîyar kir ku wê li zanîngehan ji bo jinan kontenjanên zêde bên vekirin.

JI BO JINÊN DI SER 35 SALÎ RE NE LI ZANÎNGEHAN KONTENJANÊN ZÊDE

Erdogan beşdarê Merasima Vekirina Sala Akademîyê ya 2022-2023an bû.

Erdogan li vir axaftinek kir û ji bo jinên di ser 35 salî re ne mizgîniyek da. Li gor vê, ji bo jinên ji 35 salî mezintir, di bernameyên lîsans û pêşlîsansê de wê kontenjanên zêde werin vekirin.

Erdodan di axaftina xwe de bal kişand ser rêziknameya sernuxumandinê jî û dîyar kir ku ev pêşnûme wê di Civîna Lijneya Wezîran a ku wê îro bê kirin de bê nirxandin û wiha got: "Em ê pêşnûmeya xwe ya guhertina destûra bingehîn bînin Meclisê."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.