NÛÇEYÊN KURDÎ

HAT ÎDÎAKIRIN “WÊ DEDAŞ ŞEVA HILBIJARTINÊ CEYRANÊ QUT BIKE”

Serokê CHPê yê Bajarê Amedê Abdullah Atik, dîyar kir ku tê îdîa kirin wê DEDAŞ şeva hilbijartinê li hin herêmên bajêr ceryanê qut bike.

HAT ÎDÎAKIRIN “WÊ DEDAŞ ŞEVA HILBIJARTINÊ CEYRANÊ QUT BIKE”

Serokê CHPê yê Bajarê Amedê Abdullah Atik, dîyar kir ku tê îdîa kirin wê DEDAŞ şeva hilbijartinê li hin herêmên bajêr ceryanê qut bike.

Atik, ji Ajansa Nûçeyan a Sûrê re axivî û destnîşan kir ku ji wan re hatîye gotin ku DEDAŞ wê li navçeyên mezin ên wek Baglar, Yenîşehîr û Kayapinar ên Amedê ceyran bên qut kirin û ew van îdîayana lêkolîn dikin.

Derbarê mijarê de Atik wiha got, “Ji ber ku di hilbijartinên berê de jî rewşên bi vê rengê qewimîn e.

Em vê îdîayê  başguh nakin û li ber çavan digrin. Ji ber qutbûna ceyranê ya ku di roja hilbijartinê de li bajêr çêbibe em DEDAŞê hişyar dikin. Di êvara hilbijartinê de eger astengîyek çêbibe em ê hemû mafên xwe yên qanûnî yên derbarê sazîyên têkildar de bi kar bînin.”  || AMED TV ||

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.