NÛÇEYÊN KURDÎ

HAT ÎDDÎAKIRIN KU LI CIZÎRÊ JI BO PROJEYA PIRÊ PIRSGIRÊKA PEYDEKIRINA PERE HEYE

Hat îdiakirin ku mesref û lêçûna projeya pirê ya li Cizîrê ku ji aliyê qeyûmê şaredarîyê ve di nava 5 salan de 3 caran ji îhaleyê re hat vekirin û 2 caran hat guherandin, 100 mîlyon TL derbas kirîye.

Li gorê nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, hat îdîakirin ku piştê di sala 2017'an de qeyûm tayînî Şaredarîya Navçeya Cizîrê ya Şirnexê hat kirin, ji bo "projeya pirê" bi milyonan TL hatiye xerckirin.

Ji bo pirê ya ku lêçûna wê roj bi roj zêde dibe di peydekirina pereyan de pirsgrêk heye. Hat diyarkirin ku 25 mîlyon TL pereyê heqdestê şîrketa ku pirê çêdike hêj nehatîye dayîn.

Hat gotin ku ger pereyê heqdestê şîrketa ku pirê çêdike neyê dayîn, dibe ku rayedarên şîrketê xebatan rawestînin. Hat îdiakirin ku Şaredariya Cizîrê ji bo temamkirina çêkirina pirê wê 65 mîlyon TL ji Bankaya Îller bixwaze.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.