NÛÇEYÊN KURDÎ

XIZMÊN WINDAYAN LI KUJERÊN SELAHATTÎN AKBULUT PIRSÎN

Xizmên Windayan, li Amedê jî xwestin kujerên Selahattîn Akbulut ê hatibû qetilkirin bên dîtin.

XIZMÊN WINDAYAN  LI KUJERÊN SELAHATTÎN AKBULUT PIRSÎN

Xizmên Windayan, li Amedê jî xwestin kujerên Selahattîn Akbulut ê hatibû qetilkirin bên dîtin.

Xizmên Windayan û rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê di hefteya 748’emîn de çalakîya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li Parka Koşûyolû li dar xist. Di çalakîyê de wêneyên windayan hatin hildan. Xizmên Windayan vê hefteyê li kujerên Selahattîn Akbulut ê di sala 1994’an de li Bismilê hat binçavkirin û paşê hat qetilkirin pirsîn. Serokê ÎHD’a Amedê Abdullah Zeytûn axivî û dîyar kir ku binpêkirinên mafan her roj diqewimin. Muxalefet jî li ber vê yekê bêdeng dimîne. Bi polîtîkayên ewlekarîyê wê tu kes negihîje tu cihî. Endamê Komîsyona Windayan a ÎHD’a Amedê Firat Akdenîz serpêhatîya qetilkirina Selahattîn Akbulut xwend. Piştî xwendina serpêhatîya Akbulut 5 deqîqe çalakîya rûniştinê hat lidarxistin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.