NÛÇEYÊN KURDÎ

ŞENYAŞAR: EW ÊN ÎKTÎDARÊ DAXWAZ DIKIN SOZA EDALETÊ DIDIN YA NA?

Di roja 721. a "Nobeda Edaletê" ya ku ji alîyê Malbata Şenyaşar ve li ber Edlîyeya Rihayê hat destpêkirin de, "Gelo di nava sozên kesên ku dixwazin bibin îktîdar de edalet heye ya na?" pirsî.

Ferît Şenyaşar ê Nobeda Edaletê li dar xist, bi bîr xist ku wan par meha Remezanê li ber edlîyeyê derbas kir û got ku ger edalet pêk neyê wê îsal jî fitara xwe li ber edlîyeyê vebikin.

Şenyaşar, derbarê hilbijartinan de axivî û dîyar kir ku kesên niha hikûmet di destê wan de ye dixwaze careke din welat bi rê ve bibe û wiha got, "Gelo di nava sozên kesên ku dixwazin bibin hikûmet de edalet heye ya na? Gelo dikaribe bibêje, ‘Em ê bi awayekî wekhev û adil nêzî welatîyan bibin?’ Îktîdar berîya ku qala edaletê bike, bila ewil bala xwe bide pêşîya Edlîyeya Rihayê û piştre vê gotinê bike.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.