NÛÇEYÊN KURDÎ

WEZARETÊ JI BO MÛÇEYA KÊMTIRÎN DEST BI LÊKOLÎNÊ KIR

Wezareta Xebat û Ewlehîya Civakî ji bo dîyarkirina bendewarîyên karker, kardêr û gel ên derbarê mûçeya kêmtirîn a sala 2023’an de xebatên lêkolînkirinê da destpêkirin.

WEZARETÊ JI BO MÛÇEYA KÊMTIRÎN DEST BI LÊKOLÎNÊ KIR

Wezareta Xebat û Ewlehîya Civakî ji bo dîyarkirina bendewarîyên karker, kardêr û gel ên derbarê mûçeya kêmtirîn a sala 2023’an de xebatên lêkolînkirinê da destpêkirin. Kêmbûna hêza kirînê roj bi roj hêvîyên derbarê mûçeya kêmtirîn ya di sala 2023'an de zêde dike. Wezareta Xebat û Ewlehîya Civakî jî derbarê mijarê de gava yekem avêt. Tê plankirin ku encamên anketa ku wê berîya civîna Komîsyona Tesbîtkirina mûçeya kêmtirîn bê temamkirin, wê di civîna komîsyonê de bi raya giştî re bê parvekirin. Wezaretê ji bo dîyarkirina mûçeya kêmtirîn a sala 2022an li seranserê Tirkîyeyê bi xebatkarên akademîsyenan re lêkolîn kir. Komîsyona Tesbîtkirina Mûçeya Kêmtirîn ku ji 15 kesan, 5ê wê nûnerên karmend, kardêr û ji rayedarên hikûmetê pêk tê, li gor qanûnan mûçeya mûçeya kêmtirîn dîyar dike.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.