NÛÇEYÊN KURDÎ

HAT ÎSPATKIRIN KU ÎSRAÎL QAŞO “LI HERÊMÊN EWLE” JÎ ÊRÎŞ PÊK ANÎYE

Hat îspatkirin ku Îsraîl êrîşan li ser başûrê Gazeyê ku wek 'ewle' bi nav kir, pêk anîye.

HAT ÎSPATKIRIN KU ÎSRAÎL QAŞO “LI HERÊMÊN EWLE” JÎ ÊRÎŞ PÊK ANÎYE

Hat îspatkirin ku Îsraîl êrîşan li ser başûrê Gazeyê ku wek 'ewle' bi nav kir, pêk anîye.

 

Piştê daxwaza destpêkê ya artêşa Îsraîlê ji sivîlan bo valakirina bakurê Gazayê, bi sed hezaran Filistînî ber bi başûrê Gazayê ve çûne. Lê belê ji ber ku Îsraîl bombebarana başûrê Gazeyê didomîne, Neteweyên Yekbûyî (NY) û rêxistinên din ên mirovî hişyarî dan ku tu cîh ji bo sivîlan ne ewle ye.

 

BBC Verify çar êrîşên li herêmê lêkolîn kir da ku xetereyên li ser sivîlên li başûrê Gazeyê baştir fam bike. BBC her wiha hin hişyarî û talîmatên tehlîyekirina sivîlên Gazeyê nirxand. Di hin ji van de şîret li sivîlan hate kirin ku biçin hin herêmên li başûr.

 

Li gorê daneyên BBC Verify ji çavkanîyên nûçeyan ên herêmî yên li Gazeyê, çavkanîyên nûçeyan ên navneteweyî û hevdîtinên taybet ên derbarê êrîşên ku artêşa Îsraîlê di dîrokên cuda yên meha cotmehê de pêk anîne, hat îspatkirin ku li herêmên başûrê Gazeyê ku wekê herêmeke ewle tê binavkirin jî êrîş pêk anîne.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.