NÛÇEYÊN KURDÎ

ÎHD: DI BINGEHA BINPÊKIRINA MAFAN DE NEÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKA KURD HEYE

Rêxistinên Sivîl ên Amedê di çarçoveya "Hefteya Mafên Mirovan" de li ber cîhê bîranîna Mafên Mirovan a li Parka Koşûyolûyê daxuyanîya çapemenîyê li dar xistin.

Baroya Amedê, TÛHAY-DER, Odeya Tabîban a Amedê, Komeleya Jinê ya Rosa, KESK û Med-Der jî di nav de 25 rêxistinên sivîl li ber cîhê bîranîna Mafên Mirovan a li Parka Koşûyolûyê, daxuyanî dan çapemenîyê. Li ser navê Sazîyên Sivîl, Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Abdûllah Zeytûn axivî û dîyar kir ku sedema bingehîn a binpêkirina mafan çaresernekirina pirsgirêka Kurd e û wiha got; “Ev pirsgirêk di binçavkirin û zîndankirinan de bûye sedema bi hezaran kuştin û windakirinan. Bi hezaran gund şewitîne û bûye sedem ku mirov bibin penaber. Her wiha bûye sedema bi hezaran binpêkirinên mafên jiyanê.” Zeytûn, anî ziman ku eger pirsgirêka kurd çareser bibe, dibe ku ev binpêkirin bi dawî bibin û dîyar kir, “Kêmzêde 651 nexweşên giran hezar û 517 nexweş di girtîgehan de ne. Li gor daneyên 11 mehan ên Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê ya 2022'an, bi kêmanî 70 girtiyan li girtîgehan jîyana xwe ji dest dane.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.