NÛÇEYÊN KURDÎ

ÎHD YA AMEDÊ: BERÎYA FELAKETEKÊ JI VÊ XELETÎYÊ VEGERIN!

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê, bi daxwaza ji bo veguheztina konbajarê ku li kêleka Çemê Dîcleyê tevî ku xeternak e jî avakirina wê berdewam dike, serî li Walîtîya Amedê da.

ÎHD'ê di daxuyanîya xwe ya nivîskî de dîyar kir ku ji Midûrîyeta Rewşa Afet û Awarte ya bajêr re hat ragihandin ku konbajarê ji 4 hezar û 200 çadiran pêk tê û tevî rexneyan jî xebatên xwe didomînin, dibe ku bibe sedema binpêkirina mafê jîyan û tenduristîyê. Her wiha wê ji mexdûrîyetan re wê bibe sebeb.

Di daxuyanîyê de ÎHD'ê bi bîr xist ku qada ku kon lê hatîye avakirin, ji ber ku li kêleka çemê Dîcle ye, xeterîyeke jîyanî ye.

Yekîtîya Odeyên Endezyar û Mîmarên Tirk (TMMOB), Lijneya Kordînasyona bajarê Amedê û Odeya Tabîban jî di nav de gelek sazî û pisporan, xwestin ku dev ji vê biryarê berdin. Lê digel hişyarîyan hêjî xebatên avakirina konbajarê li kêleka çemê Dîcleyê berdewam e.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.