NÛÇEYÊN KURDÎ

ŞAXA HABER-SEN’Ê YA AMEDÊ LI DIJÎ LÊPIRSÎNAN BERTEK NÎŞAN DA

Şaxa Haber-Sen a Amedê ya girêdayê KESK'ê li ber Midûrîyeta Giştî ya PTT'ê derbarê lêpirsîn û zextên derqanûnî de daxuyanî da çapemenîyê.

ŞAXA HABER-SEN’Ê YA AMEDÊ LI DIJÎ LÊPIRSÎNAN BERTEK NÎŞAN DA

Şaxa Haber-Sen a Amedê ya girêdayê KESK'ê li ber Midûrîyeta Giştî ya PTT'ê derbarê lêpirsîn û zextên derqanûnî de daxuyanî da çapemenîyê.

Serokê Şaxa Haber-Senê yê Amedê Mehmet Ûlûğ, daxuyanîya çapemenîyê xwend û wiha got, "Pirsgirêkên kedkarên cemawerîyê yên li Midûrîyeta Giştî ya PTTyê ya Amedê dixebitin, ji ber neçareserîyê ketîye rewşek xerab û ji ber kêmasîya karmendan Mudûrtîyê Navend yê Belavkirina Postayê hatine rewşa ku êdî nikarin xebatan birêvebibin.

Rêveberîya PTT'ê ya ku li gor pêşketina bajêr, ji dêleva ku çareser bike beravajî tevdigere û serî rêyên ku tenê rojê xelas bikin didin.

Her wiha îdîa dike ku kêmasîya personelan tune ye û be kêmasî û bê pirsgirêk dixebitin.”

Ûlûg, bal kişand ku lêpirsînên li hemberê xebatkaran bê hiqûqî ne û wiha got: “Em ê weke do, têkoşîna xwe îro jî bidomînin.

Em ê mafên hemû kedkaran, çi yên endam in û çi jî yên ne endam bin, wê têkoşîna me berdewam be. Û di dawîyê de em ê bi ser bikevin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.