NÛÇEYÊN KURDÎ

HDPÊ KRÎZA DERMANAN LI MECLÎSÊ ANÎ ROJEVÊ

Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Oya Ersoy, piştî ku Komeleya Dermanfiroşên Tirkîyeyê ragihand ku ji sedî 25'ê dermanan nayên peydakirin, krîza dermanan anî rojeva meclîsê.

Di pêşnûmeya ku ji alîyê Ersoy ve bi daxwaza Wezîrê Tenduristîyê Fahrettîn Koca bersiv bide wiha hat pirsîn; Kîjan derman li sûkê peyda nabin? Çend hemwelatî hene ku ji ber ku derman li bazarê nayên peydakirin, dermankirina wan tê astengkirin? Kîjan ji dermanên ku bi taybetî di dermankirina zarokan de têne bikar anîn nayê dîtin? We wek Wezareta Tenduristîyê ji bo peydakirina dermanên ku li sûkê nayên dîtin tu hewldanek heye? Weke Wezareta Tenduristîyê, dema ku dermanên ku bi berdewamî bikar tînin û dermanên ku hevrehên wan jî nîn in, niha li sûkê peyda nabin, hûn pêşniyar dikin ku nexweş çi bikar bînin û bikin?

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.