NÛÇEYÊN KURDÎ

HDP WÊ JI BO SEROKKOMARÎYÊ NAMZED NÎŞAN NEDIN

Tifaqa Ked û Azadîyê ku HDP jî di nav de ye, ragihand ku ew ê di hilbijartinên Serokkomarîyê yên di 14'ê Gulanê de namzet dîyar nekin.

HDP WÊ JI BO SEROKKOMARÎYÊ NAMZED NÎŞAN NEDIN

Tifaqa Ked û Azadîyê ku HDP jî di nav de ye, ragihand ku ew ê di hilbijartinên Serokkomarîyê yên di 14'ê Gulanê de namzet dîyar nekin. Yek ji mijarên herî balkêş ên muxalefetê ev bû ku HDP wê namzetê xwe dîyar bike yan na. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan ku di civîna li Enqereyê de helwesta tifaqê ya li ser biryara dîyarkirina namzetê Serokkomarîyê xwend, wiha got, “Em bi biryar in ku ji bo pêkanîna demokrasî, maf û azadîyên bingehîn û edaleta civakî ya li welat, ji vê hikûmeta ku li ser esasê xizanî, gendelî, talan û rantê diparêze, berpirsyarên wêranîya mezin ji wan bipirsin. Ji ber van sedeman em bi raya giştî re parve dikin ku em ê di hilbijartinên Serokkomarîyê de namzet dîyar nekin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.