NÛÇEYÊN KURDÎ

HEDEP: HELWESTA DÎYANETÊ ÎTÎRAZKIRINA AYETÊN XWEDA YE

Komîsyona Gelan û Bawerîyan a HEDEP ji ber ku di xutbeyan de cîh nedan zimanê Kurdî bertek nîşanê Dîyanetê da.

HEDEP: HELWESTA DÎYANETÊ ÎTÎRAZKIRINA AYETÊN XWEDA YE

Komîsyona Gelan û Bawerîyan a Partîya Gelan a Wekhevî û Demokrasîyê (HEDEP) bi daxuyanîyek nivîskî, ji Serokatîya Karên Dîyanetê da ku di xutbeyên înê û eydê yên ku bi 8 zimanan hatin amadekirin de cîh neda zimanê Kurdî re bertek nîşan da.

 

Di daxuyanîya HEDEP’ê de wiha hat gotin: “Helwesta van rejîm û sazîyên weke Dîyanetê îtîrazkirina ayetên Xweda ye. Em bang li Dîyanetê dikin ku ji sîyaseta înkar û asîmîlasyonê derbikevin û ne alîyê zalima bin, alîyê edaletê bin. Em bang li we dikin ku di serî de bi Kurdî bi hemû zimanên ku li welatê me dijîn û diaxivin xizmetê bidin. Gelê me ji bo wecîbeyên olî werbigire ne mecbûr e vê nêzîkatîya nîjadperestî qebûl bike û wê heta dawîyê li dijî vê feraseta ku wan paşguh dike têbikoşe."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.