NÛÇEYÊN KURDÎ

HEDEP KURTENAVÊ XWE GUHERT Û BÛ “DEM PARTΔ

HEDEP ragihand ku kurtenavê nû yê partîyê wek “DEM Partî” hatîye dîyarkirin.

HEDEP KURTENAVÊ XWE GUHERT Û BÛ “DEM PARTΔ

Partîya Gelan a Wekhevî û Demokrasîyê (HEDEP) ragihand ku kurtenavê nû yê partîyê wek “DEM Partî” hatîye dîyarkirin.

 

Berdevka HEDEP'ê Ayşegul Dogan di civîna çapemenîyê ya li Navenda Giştî ya HEDEP'ê de derbarê biryarên nû yên partîya xwe de agahîyên girîng parve kir. Dogan bal kişand ser îtîraza Serdozgerîya Komarê ya Dadgeha Bilind a ji bo kurteneva "HEDEP"ê û da zanîn ku kurtenavê nû ya partîyê wê li şûna "HEDEP" bibe "DEM Partî".

 

Dogan anî ziman ku ji ber sedemên mecbûrî kurtenavê partîyê guhertine lê navê dirêj ê partîyê dîsa Partîya Gelan a Wekhevî û Demokrasîyê ye.

 

Dogan derbarê hilbijartinên herêmî de jî axivî û dîyar kir ku ji bo şandina qeyûman tenê çend roj mane û wiha got: “Ez li vir radigihînim ku me bi vê eleqe û qedrê heta 20ê Berfanbarê li seranserê Tirkîyeyê serlêdanên namzedîyê dirêj kirin û me bi giştînameyekê ji rêxistinên xwe yên bajar û navçeyan re ragihand.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.