NÛÇEYÊN KURDÎ

HEMÛ NEXWEŞXANEYÊN LI BAKURÊ GAZEYÊ HAT RAWESTANDIN

Wezareta Tenduristîyê ya Gazeyê ragihand ku hemû nexweşxaneyên li bakurê Gazeyê ji xizmetê derketine.

HEMÛ NEXWEŞXANEYÊN LI BAKURÊ GAZEYÊ HAT RAWESTANDIN

Berdevkê Wezaretê Eşref el-Qudra dîyar kir ku hemû nexweşxaneyên li bakurê Gazeyê ji xizmetê derketine û hêzên Îsraîlê navenda tenduristîyê ya Nura el-Kabî ku tekane navenda dîyalîzê ya li vê herêmê ye dorpêç kirîye.

 

El-Qudra derbarê nexweşxaneya Şîfa ya li rojavayê bajarê Gazeyê de jî dîyar kir ku hê 259 birîndar û gelek nasên wan ên li wan dinêrin li nexweşxaneyê ne û gelek koçber û personelên tenduristîyê jî hene.

El-Qudra dîyar kir ku nexweşxaneyên li başûrê Gazeyê ji ber vala kirina nexweşxaneyên Şîfa û Endonezyayê nikarin barê nexweşên giran rakin.

 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.