NÛÇEYÊN KURDÎ

ROJA DAYÎNA TEQSÎDÊN DEYNÊN GIŞTÎ HAT GUHERTIN

Li herêma erdhejê ji ber berdewamîya şert û mercên mucbîr, heyama dayîna teqsîtên deynên giştî ji nû ve hat dîyarkirin.

ROJA DAYÎNA TEQSÎDÊN DEYNÊN GIŞTÎ HAT GUHERTIN

Li herêma erdhejê ji ber berdewamîya şert û mercên mucbîr, heyama dayîna teqsîtên deynên giştî ji nû ve hat dîyarkirin.

Ji ber ku li Semsûr, Hatay, Mereş û Meletîyê û li navçeyên Îslahiye û Nurdagi yên Dîlokê şert û mercên mucbîr ên ji ber erdhejê dewam dike, heyama dayîna teqsîtên deynên dewletê yên li van deran ji nû ve hat dîyarkirin.

Li gor biryara Serokkomarîyê ya ku di Rojnameya Fermî de hat weşandin, dema teqsîda yekemîn a deyn ên ku ji îdareyên li wan herêmên hatin dîyarkirin re bên dayîn, wê mehek piştê şert û mercên mucbîr a ku di 30ê Nîsana 2024an de bi dawî dibe, bên destpêkirin û teqsîdên din ji bi tevahî 12 meh di mehen piştre de wê berdewam bike.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.