NÛÇEYÊN KURDÎ

HENEKA DI NAVBERA DU HEVALAN DE KESEK BI ÇEK BIRÎNDAR BÛ

Li Amedê di dema heneka di navbera du hevalan de kesek bi çekê birîndar bû.

HENEKA DI NAVBERA DU HEVALAN DE KESEK BI ÇEK BIRÎNDAR BÛ

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin M.A.A. (17) û hevala wî ya ku navê wî nehat zanîn, duh bi şev li Pîşesazîya 3yemîn ya Taxa Firatê ya navçeya Kayapinar a Amedê, li hev henek kirin.

Kesê ku ji heneka acis bû, bi çek bera hevalê xwe M.A.A. da û wî birîndar kir. Li ser agahdarkirinê polês û ekîbên tenduristîyê sewqê cîhê bûyerê hatin kirin. Ciwanê bi giranî birîndar bû piştê alîkarîya ewil sewqê Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê kirin.

Hate hînbûn ku jîyana M.A.A. di xetereyê de ye. Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.