NÛÇEYÊN KURDÎ

ÎSKENDEROGLÛ: DEDAŞÊ PEREYÊ COTKARAN DERBASÎ HESABÊ XWE KIR

Serokê Odeya Ziraetê ya Yenîşehîra Amedê Suleyman Îskenderoglû, îdia kir ku pereyên ku Wezareta Çandinî û Daristanê ji bo desteka mazotê dide cotkaran, şîrketa Dîcle Elektrîkê ev pereyê piştgirîyê derbasî hesabên xwe kirin e.

Îskenderoglû, anî ziman ku ji ber deyndarên DEDAŞ'ê ne, desteka gelek cotkaran ji aliyê şîrketê ve hatiye desteserkirin û got, “Em bertek nîşanî vê yekê didin, ne mimkûn e ku em vê yekê qebûl bikin.

Pêwîste ku gavek berê gavekê DEDAŞ ji vê xeletîyê vegere û piştgirî û desteka cotkaran li hesabên wan were razandin.”

Îskenderoglû xîtabî rayedaran kir û got, “Divê ji DEDAŞ’ê re qeyûm bê tayînkirin. Divê welatî ji vê şîrketê rizgar bibin. Ez bang li siyasetmedar û rayedarên eleqedar dikim, divê demildest DEDAŞ dîsa bibe malê qamûyê.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.