NÛÇEYÊN KURDÎ

HEP-SEN: EV NEXWEŞXANE BI TENDURISTÎYA WE DILÎZE!

Sendîkaya Hemşîre û Hemû Pisporên Tenduristîyê (HEP-SEN) dîyar kir ku hemşîreyên li nexweşxaneyên dewletê yên Amedê dixebitin, li qadên derveyê erka xwe û karê ku tê de ne pisporin de tên xebitandin û da zanîn ku wê serlêdana sûc bikin.

Serokê HEP-SEN’ê Yunus Şîmşek, li ber Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê daxuyanî da çapemenîyê. Şîmşek, dîyar kir ku operasyonên weke dirûtin û derxistina dermanan ji dermanxaneyê, ne karê hemşîreyan e û wiha got,

“Gelek caran me ev mijar bi ji Hekîmê sereke û ​​rêveberîyê re nîqaş kir, me got dev ji vê pratîkê berdin. Lê bi serhişkî berdewam dikin. Heta ev pirsgirêk çareser nebe em ê bêdeng nemînin!”

Di berdewama axavtina axwe de jî bang li hemwelatîyan hat kirin û wiha got, “Welatîyên hêja, ev nexweşxane bi tenduristîya we dilîze! Rêveberên van sazîyan sûc dikin! Em pêvajoya dozgerîyê didin destpêkirin!” Piştê daxuyanîyê pêşnûmeya metna gilîyê sûcê li hemwelatîyan hat belavkirin û welatîyan bi çepikan piştgirî dan.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.