NÛÇEYÊN KURDÎ

HEQÊ QURSÊN ZÊDE YÊ MAMOSTEYAN JI SEDÎ 25 HAT ZÊDEKIRIN

Li sazîyên perwerdehîyê yên girêdayê Wezareta Perwerdeya Neteweyî (MEB) heqê qursên zêde hatin zêdekirin.

HEQÊ QURSÊN ZÊDE YÊ MAMOSTEYAN JI SEDÎ 25 HAT ZÊDEKIRIN

Li sazîyên perwerdehîyê yên girêdayê Wezareta Perwerdeya Neteweyî (MEB) heqê qursên zêde hatin zêdekirin.

Li gorê rêziknameya ku di Rojnameya Fermî de hat weşandin, heqê dersên zêde yên mamoste û mamosteyên pispor ên ku ji bo dersên zêde yên li sazîyên perwerdehîyê yên girêdayê Wezareta Perwerdehîyê hatine wezîfedarkirin ji sedî 25 hat zêdekirin.

Her wiha heqê dersên zêde yên ku ji bo midûr û mamosteyên ku bi awayekî demkî li Midûrîyeta Giştî ya Nûjenî û Teknolojîyên Perwerdeyê û Midûrîyeta Giştî ya Teknolojîya Agahîyê ya girêdayê Wezaretê tên wezîfedarkirin, di berdêla van erkan de heftane 9 saetan hat zêdekirin. Ev rêzikname wê ji 1ê Mijdara 2023an û vir ve bikeve merîyetê

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.