NÛÇEYÊN KURDÎ

HESTÎYÊN KU LI GIRÊ KORTIK HAT DÎTIN AÎDÎ KURDAN E

Derket holê ku hestîyên di kolandinên arkeolojîk ên li Girê Kortik a Bismil de hatine dîtin û digihêjin serdema navîn ên Kurdan in.

HESTÎYÊN KU LI GIRÊ KORTIK HAT DÎTIN AÎDÎ KURDAN E

Derket holê ku hestîyên di kolandinên arkeolojîk ên li Girê Kortik a Bismil de hatine dîtin û digihêjin serdema navîn ên Kurdan in.

 

 

Di çarçoveya projeya hevpar a Zanîngeha Dîcleyê û Zanîngeha Riga Stradînsê de, hestîyên 121 kesên ku di serdema navîn de di kolandina arkeolojîk a li Girê Kortik ya navçeya Bismilê ya Amedê de dijîn, ji Midûrîyeta Muzeya Amedê hatin girtin û lêkolîn kirin. Gotara ku di encama lêkolînên 6 salan ên li ser hestîyan de hatîye nivîsandin, di kovareke anatomîya zanistî ya navneteweyî de hat weşandin. Prof. Dr. Vatan Kavak ê ku berpirsyarê lêkolînê ye, dîyar kir ku hestîyên hatine dîtin aîdî Kurdan e.

 

 

Prof. Dr. Kavak dîyar kir ku di serdema navîn de li herêmê ku îskelet lê dihatin dîtin, desthilatdarîya serdest Kurd bûn. Prof. Dr. Kavak di daxuyanîya xwe de wiha got: “Ji alîyê dîrokî ve ev Kurd in. Me li ser van hestîyan lêkolînên antropometrîyê kirin. Me vekolîna antropometrîyê kir. Me 14 pîvandinên cuda girtin. Me kakûtên jin û mêr ji hev veqetandin.

55 kakûtên jin û 66 mêr hebûn. Di nav wan de zarok tune bûn. Me kakûtên mêr bi mînakên ji çar alîyê cîhanê dan ber hev. Kakûtên mêr ji nimûneyên wan bi tekûz û bi xurttir derketin. Kakûtên jinan narîn hatin dîtin. Xebatên me yên ji bo dîyarkirina temenê wan dewam dikin. Em jî lêkolîn dikin ka nexweşîyên wan çi ne. Wê demê li Mezopotamyayê şerên mezin derketin. Piştê şer, şert û mercên xirab û nexweşî hebûn.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.