NÛÇEYÊN KURDÎ

TÎHV RAPORA BINPÊKIRINA MAFAN A PIŞTÊ ERDHÊJÊ WEŞAND

Navenda Belgekirinê ya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkîyeyê (TÎHV) Rapora Binpêkirina Mafên Mirovan a ku di navbera 6-27'ê Sibata 2023'an de piştê erdhejên li Dîlok, Mereş, Hatay û Meletîyê rû dane eşkere kir.

TÎHV RAPORA BINPÊKIRINA MAFAN A PIŞTÊ ERDHÊJÊ WEŞAND

Navenda Belgekirinê ya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkîyeyê (TÎHV) Rapora Binpêkirina Mafên Mirovan a ku di navbera 6-27'ê Sibata 2023'an de piştê erdhejên li Dîlok, Mereş, Hatay û Meletîyê rû dane eşkere kir.

Rapor, ji daneyên medya nivîskî û dîtbarî, her wiha di encama lêkolînên daxuyanî û raporên rêxistinên pispor û pîşeyî û rêxistinên mafên mirovan hatîye amade kirin.

Di raporê de hat destnîşankirin ku bûyerên qewimîye “Bi fikar derketîye holê ku bi armanca rastî neyê dîtin, nêrîna rast bi temamî hatîye terikandin.”

Di rapora ku binpêkirinên mafan tê de cîh digre de wiha hat dîyarkirin, “Di 9 bûyerên cuda de 17 kes rastê îşkence û muameleya xerab hatine û kesek jîyana xwe ji dest da.

Di encama mudaxeleya hêzên ewlehîyê ya li girtîgehan de 3 mehkûmên girtî jîyana xwe ji dest dan. Ji 902 zarokên bêkesan nasnameya 82 zarokan nehat tespîtkirin.

22 rojnamevanên ku li herêma erdhejê nûçe dişopandin, rastê mudaxeleya hêzên ewlehîyê ya jî mudaxeleya kesên sivîl hatin. Rojnamevanek birîndar bû, 4 rojnamevan jî hatin binçavkirin. 2 rojnamevanên ku li ser medya civakî nûçe parve kiribûn hatin girtin.

Bi kêmanî di 7 bûyeran de AFAD, qeymeqamtî û hêzên ewlehîyê dest danîn ser malzemeyên alîkarîyê.

Her wiha dest danîn ser 100 qemyonên ku ji alîyê Partîya Pêşerojê ve hatibûn şandin. Hezar û 500 kon, 8 TIR û 2 kamyon malzemeyên alîkarîyê yên ji alîyê HDP'ê ve hatibûn berhevkirin û 30 konteynir û 120 jenerator hatin desteserkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.