NÛÇEYÊN KURDÎ

HETA ROJA PÊNCŞEMÊ WÊ GERMAHÎ 7-10 PILEYÊN DIN JÎ ZÊDE BIBE

Midûrîyeta Giştî ya Meteorolojîyê dîyar kir, dibe ku germahîya hewayê li gor demsalê 7-10 pile zêdetir bibe û hişyarî da ku di demjimêrên rojê yên herî germ de dernekevin derve.

Li gor daneyên Navenda Texmîn û Hişyarî ya Hewayê ya Herêma 15emîn a Meteorolojî ya Amedê, tê pêşbînîkirin ku li Amed û bajarên Herêmê hewa wê ewrsayî û ewrayî be.

Ji ber ku tê payîn ku germahîya hewayê ji asta demsalê zêdetir be, welatî bi taybetî kesên nexweşîyên wan ên kronîk, kal û pîr û zarok di navbera demjimêr 11 û danê esirê di 16an de ku demjimêrên herî germ e, divê baldar bin û miqate bin.

Tê texmînkirin ku germahî heta roja pêncşemê zêde bibe û ber bi dawîya hefteyê ve dibe ku germahîya hewayê di asayîya demsalî de bidome

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.