NÛÇEYÊN KURDÎ

KILIÇDAROGLÛ: MA HÛN ŞERM NAKIN DIBÊJIN BI RÊYA QAÇAXÎ HATÎ YE?

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglû di civîna koma partîya xwe ya parlementoyê de axivî.

KILIÇDAROGLÛ: MA HÛN ŞERM NAKIN DIBÊJIN BI RÊYA QAÇAXÎ HATÎ YE?

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglû di civîna koma partîya xwe ya parlementoyê de axivî. Kiliçdaroglû der barê êrîşa bombeyî ya li Taksîmê de pankarta "Sînor namûs e" ku berê daliqandine bi bîr xist û got, “Sînor rûmeta dewletekê ye. Niha jî bi awayekê bêşerm dibêjin, ev terorîst bi rêya qaçaxî ketiye welatê me.” Kiliçdaroglû xîtabê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan kir û wiha got: “Ez dixwazim xîtabê kesê ku welat bi rê ve dibe bikim. karê te çi ye? Karesata mayinê heye, felaketa trênê heye, êrîşeke terorîstî heye, kesên berpirsiyar e ne rastê ye û sînor bêxwedî ye û dîsa jî pirsgirêk tune." Kiliçdaroglû yê ku wêneyê Yenît Akît ê yê ku tê de wî hedef girtîye bilind kir û got, “Aparata ku naxwaze civak hevdû hembêz bike, kîn û hêrsa xwe vedirêşe, evana saray wan kedî dike. Heger ez hesabê van hemû kirinan ji we nepirsim ez ne merdbibim."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.