NÛÇEYÊN KURDÎ

HEVDÎTINA PARÊZBENDÎYA 3 WEKÎLAN HAT TALOQKIRIN

Dihat plan kirin ku îro li meclisê li ser rakirina parêzbendîya 3 parlamenteran were gotûbêjkirin, lê belê hevdîtin hat paşxistin.

HEVDÎTINA PARÊZBENDÎYA 3 WEKÎLAN HAT TALOQKIRIN

Dihat plan kirin ku îro li meclisê li ser rakirina parêzbendîya 3 parlamenteran were gotûbêjkirin, lê belê hevdîtin hat paşxistin.

Li ser daxwaza Koma AKP'ê, rakirina parêzbendîya Parlamenterê CHP'ê Alî Mahîr Başarir, Parlamenterê ÎYÎ Partîyê Lûtfû Turkkan û Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz wê li Meclîsê bihata nirxandin.

Di hevdîtina duh êvarê ya di navbera wekîlên komê de, Alîkarên Serokên Koma AKP'ê dîyar kirin ku ew ê dosyayên parêzbendîyê yên Sîrar, Aydenîz û Turkkan bînin Lijneya Giştî ya Meclîsê.

Tevî nerazîbûnên Alîkarên Serokên Koma CHP, HDP û ÎYÎ Partîyê jî Koma AKP'ê dest ji biryara xwe berneda.

Ji ber ku hevdîtinên bi şev domand û nerazîbûnên muxalefetê jî dewam kirin, koma AKP'ê îro dev ji mijara parêzbendîyan berda.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.