NÛÇEYÊN KURDÎ

8. MÎHRÎCANA BELGEFÎLMAN A FÎLMAMEDÊ DI 27Ê ÎLONÊ DE DEST PÊ DIKE

8emîn mîhrîcana FilmAmedê wê sibê dest pê bike.

8. MÎHRÎCANA BELGEFÎLMAN A FÎLMAMEDÊ DI 27Ê ÎLONÊ DE DEST PÊ DIKE

8emîn mîhrîcana FilmAmedê wê sibê dest pê bike.

Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê ya ku îsal bi pêşengîya Komeleya Akademîya Sînemaya Rojhilata Navîn a ku navenda wê li Amedê xebatên xwe dimeşîne, îsal cara 8’emîn tê lidarxistin, wê di 27’ê Îlonê de dest pê bike û heta 1’ê Cotmehê bidome û di mîhrîcanê de wê 31 fîlm derkeve pêşberê bîneran.

Ji 31 fîlman 13 jê, ji alîyê jinan ve hatine çêkirin. Di mîhrîcanê de wê panel û forûm jî werin lidarxistin.

Endama Komeleya Akademîya Sînemaya Rojhilata Navîn Rojhilat Aksoy hemû hezkirîyên sînemayê vexwend mîhrîcanê.

Aksoy dîyar kir ku ew ji ber mihrîcana ku wê sibê dest pê bike kêfxweş in û got ku wan mihrîcanên ku berê bi şaredarîyan re li dar xistibûn, piştê tayînkirina qeyûman, êdî li cihên alternatîf pêk anîn e.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.