GÜNDEM

MÎTHAT SANCAR, EMÎNE ŞANYAR LI MALA WÊ ZÎYARET KIR

Di roja 793emîn a Nobeda Edaletê ya ku ji alîyê Malbata Şenyaşar ve hatîye destpêkirin de, Hevserokê Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, Emîne Şenyaşar a ji ber nexweşîya xwe îro li mala xwe çalakîya Nobeda Edaletê didomîne zîyaret kir.

Parlamenterên Partîya Çepên Kesk ên Rihayê Omer Ocalan û Dîlan Kunt Ayan û endamên partîyê jî bi Sancar re çûn serdanê.

Sancar, anî ziman ku ew her tim bi malbata Şenyaşar re di nava piştevanîyê de ne û heta ku edalet pêk were wê têbikoşin. Sancar, anî ziman ku Ferît Şenyaşar wê têkoşîna xwe ya li Meclîsê bi hêztir bidomîne û destnîşan kir ku heta ev bêhiqûqî bi dawî nebe wê ranewestin. Li alîyê din Emîne Şenyaşar, anî ziman ku heta kurê wê Fadil Şenyaşar ji girtîgehê derkeve, wê têkoşîna xwe li ber Edlîyeya Rihayê bidomînin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.