NÛÇEYÊN KURDÎ

HEZKURD JI BO KED Û PARASTINA ZIMANÊ KURDÎ PLAKET DA AMED RADYO TV'YÊ

AMED RADYO TV - Herekata Zimanê Kurdî (HEZKURD) plaketa spasîyê pêşkêşê Amed Radyo TV’yê û ekîba wê kir.

HEZKURD JI BO KED Û PARASTINA ZIMANÊ KURDÎ PLAKET DA AMED RADYO TV'YÊ

AMED RADYO TV - Herekata Zimanê Kurdî (HEZKURD) plaketa spasîyê pêşkêşê Amed Radyo TV’yê û ekîba wê kir.

Yek ji dilxwazên HEZKURD'ê yê Amedê Ahmet Ozguven, serdana sazîya me kir û ji ber xebatên xwe yên di warê ziman û çanda kurdî de, plaketa pesnê ya bi nivîsa “Spas ji bo keda we ya ji bo zimanê Kurdî” ji Rêvebirê Amed Radyo TVyê Ferat Mehmetoglû û pêşkêşvanê Bernameya Tava Sibê ya Amed Radyo û Edîtorê me yê Nûçeyên Kurdî Mehmet Çelîk (Mem Pola) pêşkêş kir.

Li ser navê Amed Radyo TV, Rêvebirê me Mehmetoglû, ji ber dayîna plaketê spasîya HEZKURDê kir û wiha got:

“HezKurd ji bo ked û parastina zimanê Kurdî 2 plaketan da Amed Radyo Tv 'yê. Em gelek spas dikin ji bo dilsozî ya HezKurdê.

Em ji bo xelat û plaketan serdanê pêşbirkan nakin lê dema sazî û dezgeyên civakî bêyî pêşbirkê xelat an jî plaket didin me wê demê em dizanin ku em di rêya rast da ne. Ji xwe ji bo xelat dayînê jî ya herî baş ev e.”

Di serdana xwe ya watedar de Ozguven, bal kişand ser girîngîya xebatên hêja yên xebatkarên çapemenî û weşanê yên ji bo parastina zimanê kurdî û zindî hiştina wî wek zimanê ragihandinê û dîyar kir ku ew ji bo her cure lêkolîn û bernameyan di warê zimanê kurdî de ji bo hevkarîyê amade ne.”

Di berdewamîya axaftina xwe de wiha got: “Em weke dengê bihêz yê herêma xwe, spasîya rêveber û tîma hêja ya Amed Radyo TVyê dikin ku xebat û xizmetên we yên hêja di warê ragihandina herêmî, ziman û çanda Kurdî de pêşkêşê we dikin û hêvîya sihet û xweşîyê ji we re dixwazin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.