NÛÇEYÊN KURDÎ

LI WANÊ HEKEMAN BIRYAR GIRT: WÊ DERNEKEWIN TU MAÇÊ

Serokê Lîjneya Hakem a Bajarê Wanê Halîl Kurt daxuyand ku ew ê ji bo tu kategorîya maçên herêmî hekeman tayîn nekin.

LI WANÊ HEKEMAN BIRYAR GIRT: WÊ DERNEKEWIN TU MAÇÊ

 

Piştê êrîşa fizîkî ya Serokê Enqereyê Faruk Koca ya li ser hakem Halîl Umut Meler, Serokê Lîjneya Hakem a Bajarê Wanê ya Federasyona Futbolê ya Tirkîyeyê (TFF) Halîl Kurt derbarê mijarê de peyama şermezarkirinê weşand.

Kurt di daxuyanîyên xwe de bal kişand ser wê yekê ku hekem beşa herî girîng a lîstika futbolê ne û wiha got: “Maça futbolê; Dikare bêyî serokê klûbê, dema ku dîrektor hatibe cezakirin, dema lîstikvanên navdar birîndar dibin an jî bê temaşevan têne lîstin, lê bêyî hekem ne mimkûn e ku were lîstin.

Bi vê hişmendîyê em dîyar dikin ku em ê her biryareke Federasyona me û Lîjneya Hakem a Navend bi tevahî piştgirîyê bidin. Em jî dixwazin bê zanîn ku di vê pêvajoyê de em ê ji bo tu kategorîya maçên li herêmê hekeman nedin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.