NÛÇEYÊN KURDÎ

HILBIJÊRÊN KURD ÊN LI STENBOLÊ: BEYÎ HEDEP, ÎMAMOGLU KAR NAKE

Hilbijêrên Kurd ên li Stenbolê dijîn di wê bawerîyê de ne ku Îmamoglû eger HEDEP piştgirî nede wî nikare bi ser bikeve.

HILBIJÊRÊN KURD ÊN LI STENBOLÊ: BEYÎ HEDEP, ÎMAMOGLU KAR NAKE

Hilbijêrên Kurd ên li Stenbolê dijîn di wê bawerîyê de ne ku Îmamoglû eger HEDEP piştgirî nede wî nikare bi ser bikeve.

Şîrîketa Lêkolînê ya Rawest ji bo hilbijartinên herêmî, di navbera 10-18'ê Cotmehê de bi Kurdên li Stenbolê dijîn re hevpeyvînek kir. Anket li 39 navçeyên Stenbolê bi hevdîtinên rû bi rû bi hezar kesê hat kirin.

Ji sedî 44ê kesên beşdarê anketê bûn dîyar kirin ku di hilbijartinên 14ê Gulanê de dengên xwe dane Partîya Çepên Kesk (HEDEP), ji sedî 26 dengên xwe dane AKPê û ji sedî 19 jî dengên xwe dane CHPê.

Di anketa ku li ser şaredarîyan hat pirsîn de ji sedî 54ê beşdaran dîyar kirin ku divê Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê yê CHPê Ekrem Îmamoglu dîsa bibe namzet. Rêjeya hilbijêrên Kurd ku nêrîna berevajî vê yekê anîne ziman ji sedî 33 hatîye tomarkirin.

Hat ragihandin ku rêjeya kesên ku difikirin Îmamoglû wê dîsa bi ser bikeve ji sedî 52,7 e, rêjeya kesên ku difikirîn ku wê dîsa bi ser nekeve jî ji sedî 34,7 e. Ji sedî 54,5 ê hilbijêrên Kurd ên beşdarê anketê bûne, di wê bawerîyê de ne ku Îmamoglû bêyî piştgirîya HEDEP'ê nayê hilbijartin. Ji beşdaran hat pirsîn, "Eger Îmamoglû bibe namzetê CHP'ê û HEDEP li Stenbolê kesekî din destnîşan bike hûn ê çi bikin?" Di vê mijarê de ji sedî 70'ê beşdaran gotin 'Ez ê dengê xwe bidim namzetê ku HEDEP'ê destek dike.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.