NÛÇEYÊN KURDÎ

LI CIZÎRÊ FIRINÊN KU BIHAYÊ ARÊ PROTESTO KIRIN HILBERÎNA NANÊ RAWESTANDIN

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ji ber bihabûna ar hilberîna nan hat rawestandin.

LI CIZÎRÊ FIRINÊN KU BIHAYÊ ARÊ PROTESTO KIRIN HILBERÎNA NANÊ RAWESTANDIN

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ji ber bihabûna ar hilberîna nan hat rawestandin. Nêzê 80 firinên nan ên girêdayî Odeya Nanpêjên Cizîrê bertek nîşanê bihabûna ar dan û bi daxwaza "bihabûna nan" hilberîna nan rawestandin. Hat ragihandin ku nanpêjên ku digotin "An divê bihayê ar bê kêmkirin an jî nan bê zêdekirin" ji ber ku mûzakereyên wan ên bi şaredarîyê re bê encam man, biryara rawestandina hilberîna nan dan. Piştê vê biryarê nanpêjên li bajêr li ber firinên xwe dest bi çalakîyê kirin. Nanpêjên ku li ber dikanên xwe kom bûn dîyarkirin ku heta daxwazên wan bên qebûlkirin, wê nan çênekin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.