NÛÇEYÊN KURDÎ

“HILBIJARTINA PÊŞWEXT AN DI 9Ê NÎSANÊ YA JÎ DI 11Ê HEZÎRANÊ…”

Serşêwirmendê Serokomar Mehmet Uçum, dîyar kir ku ji bo qanûna nû ya hilbijartinê derbasdar be, berîya 30ê Çileyê hilbijartina pêşwext nayê kirin.

Uçum li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî da û wiha got, “Ji bo ku guhertina Qanûna Hilbijartinê di hilbijartinên 2023’an de derbasdar be, ji alîyê qanûnî ve ferz e ku hilbijartin piştî 6’ê Nîsana 2023’an were kirin. Ger berîya 30yê Çile bê kirin wê benda ji sedî 7 nekeve rewacê û ne derbasdar be. Her wiha berîya 9ê Nîsanê jî roja hilbijartinê li gor qanûnê bi paşve nayê xistin. Ger bibe hilbijartina pêşwext ya pir zû di 9ê Nîsanê de, ya pir dereng jî di 11ê Hezîranê de  dikare bê kirin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.