NÛÇEYÊN KURDÎ

“HIN CELEBÊN XWÎNÊ DI TEMENÊ PIÇÛK DE XETERA FELCÊ ZÊDE DIKIN”

Lêkolînek nû ya ku hate weşandin eşkere kir ku hin celebên xwînê xetera felcê di temenek piçûk de zêde dikin.

“HIN CELEBÊN XWÎNÊ DI TEMENÊ PIÇÛK DE XETERA FELCÊ ZÊDE DIKIN”

Di lêkolîneke dawî de li ser felcê, hin daneyên pir balkêş li ser rîska felcê hatin bidestxistin. Zanyaran dîyar kirin ku tîpa xwîna me bandorê li ser xetera felcek zû dike. Di lêkolînê de, ji 17 hezar mirovên ku felç derbas kirine û 600 hezar mirovên bi tendurist in, 48 xebata genetîk hatîye berhev kirin. Di encama danberheva ku di komên xwînê yên cuda de hat kirin de derket holê ku kesên di koma A de berîya 60 salî li gorê kesên din ve metirsîya felcbûna mêjî heye. Hat dîyarkirin ku kesên ku xwîna wan 0 e, metirsîya felce li gor koma A yê ji sedî 12 kêmtire. Pisporan dîyarkirin ku zêdebûna xetereya felcê ya koma A pir nine. Ji ber vê mirovên ku xwîna wan di koma A de bin bila ji xwe re xem nekin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.