NÛÇEYÊN KURDÎ

SEXTEKARÊN PRÎMÊN SÎGORTEYA TRAFÎKÊ ZÊDE DIBIN!

Zêdebûna prîmên sîgorteya trafîkê ji bo sextekaran bûye çavkaniyek nû ya dahatê.

SEXTEKARÊN PRÎMÊN SÎGORTEYA TRAFÎKÊ ZÊDE DIBIN!

Zêdebûna prîmên sîgorteya trafîkê ji bo sextekaran bûye çavkaniyek nû ya dahatê. Nivîskarê rojnameya Hurriyetê Noyan Dogan ku di nivîsa xwe ya îro de hişyarî da xwediyên wesayîtan, wiha got; “Sextekar û kesên mirovan dixapînin, bi şeklekê hîn dibin ku sîgorteya trafîkê ya siwareya we hatiye nûkirin an jî heke we wesayitek nû kirî be pêdivî bi sîgortayê heye û xwe dighêjîne we û dibêjin em bi nîv bihayê çêdikin.  Dogan, destnîşan kir ku ji bo ku welatî neyên xapandin divê şîrketên sîgorteyên xwedî destûr û fermî tercîh bikin. Her wiha  piştî danûstandinên wan divê li ser pergala e-dewletê kontrol bikin.

Li aliyê din hat diyarkirin ku piştî welatiyan ji ber polîçeyên sexte gilî û gazinc kirin, Yekîtîya Sîgorteyên Tirkiyeyê pêwistî bi dayina daxuyaniyekê kirin. Di daxuyaniyê de balkişandin ser rewşa welatiyên sîgortaya wan sexteye û hat diyarkirin ku welatiyên ku haya wan jê tuneye û dibêjin wer heye sîgorta siwareya xwe çêkirine, lê hem ji madî ve dixesirin û hem jî di trafîkê de sûcdar tên hesibandin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.