NÛÇEYÊN KURDÎ

SEROKKOMAR ERDOGAN WÊ ÎRO SERDANA FATÎH ERBAKAN BIKE

Serokomar û Serokê Giştî yê AKPê Recep Tayyîp Erdogan, wê îro dîsa here serdana Serokê Giştî yê Partîya Refahê Fatîh Erbakan.

SEROKKOMAR ERDOGAN WÊ ÎRO SERDANA FATÎH ERBAKAN BIKE

Serokomar û Serokê Giştî yê AKPê Recep Tayyîp Erdogan, wê îro dîsa here serdana Serokê Giştî yê Partîya Refahê Fatîh Erbakan.

Li gorî daxuyanîya Partîya Refahê, serdana Erdogan wê li navenda partîyê demjimêr di 16.00’an de pêk were.

Roja Îna borî, Partîya Refahê biryara xwe ya ku wê tevlê tifaqa Cumhûr bibe ragihandibû.

Piştî ku gera ewil a hevdîtinan bi ser neket, Erbakan li Beştepeyê bi Serokomar Erdogan ra hat bal hev û paşê partîya wî jî beşdarî tifaqê bû.

Fatîh Erbakan ragihand ku ew ê di bin sîwana Tifaqa Gel de piştgirîyê bidin namzedîya Serokomar Erdogan, lê got ku ew ê bi logoya partîya xwe bikevin hilbijartinê.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.