NÛÇEYÊN KURDÎ

HURGILÎYÊN PAKÊTA PIŞTGIRÎYA MEXDÛRÊN ERDHÊJÊ HAT DÎYARKIRIN

Di çarçoveya Projeya Veguherîna di Cîhê xwe de, avahîyên ku wê li cîhê xwe bên ava kirin wê ji mexdûrên erdhêjê re bêne hîbe kirin.

HURGILÎYÊN PAKÊTA PIŞTGIRÎYA MEXDÛRÊN ERDHÊJÊ HAT DÎYARKIRIN

Di çarçoveya Projeya Veguherîna di Cîhê xwe de, avahîyên ku wê li cîhê xwe bên ava kirin wê ji mexdûrên erdhêjê re bêne hîbe kirin.

Wezîrê Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê Mehmet Ozhasekî hûrgilîyên projeya "Veguherîna Li Cîhê xwe" ya ji bo veguherîna bajarên ku ji ber erdhêja Mereşê xisar dîtine eşkere kir.

Ozhaseki dîyar kir ku wan bi hesabkirina lêçûnên înşaetê yên bi veguhertina li cîhên xwe re beşên deyn û hîbekirinê pêş xistine û wiha got, “Bi taybetî dema ku welatîyên me werin cem hev û bixwazin xanîyên yekqatî û pirqatî ava bikin, dema ku ji nîvî zêdetir bên cem hev em ê destûrê bidin.

Em ê hesabekî hevpar vekin û di vê hesabê de 500 hezar lîre ji bo îqameyê û 250 hezar lîre jî, ji bo dikandaran pere bidin. Dîsa li gor mezinahîya xanîyan em ê ji bo welatîyên xwe di navbera 500 hezar û 800 hezar lîre, ji bo dikandaran jî di navbera 250 hezar û 500 hezar lîre de deyn bidin.

Ger xanî ji 150 metreçargoşeyê mezintir be wê dîsa 500 hezar lîre bê dayîn û 800 hezar lîre jî wê ji kredî bê dayîn. Ji bo dikandar û kargehan ji xeynî bexşê em ê heta 500 hezar lireyî deyn bidin jî, li gor mezinahîya dikanê ji 250 hezar lîre dest pê dikin. Deynên li vê derê wê 2 sal, maweya wan 10 sal be û faîza wan sifir be.  

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.