NÛÇEYÊN KURDÎ

JI BAROYA AMEDÊ JI BO KARESATA BARTINÊ PEYAMA SERSAXÎYÊ

Baroya Amedê derbarê karesata madenê ya li navçeya Amasra ya Bartînê pêk hat de peyama sersaxî û derbasbûyînê parve kir.

JI BAROYA AMEDÊ JI BO KARESATA BARTINÊ PEYAMA SERSAXÎYÊ

Baroya Amedê derbarê karesata madenê ya li navçeya Amasra ya Bartînê pêk hat de peyama sersaxî û derbasbûyînê parve kir. Di daxuyanîya ku ji alîyê Baroya Amedê ve hat dayîn de wiha hat gotin: “Em bi xemgînîyek mezin agahdar bûn ku di encama teqîna di kana madenê ya li navçeya Amasra ya Bartînê de 41 karkeran jîyana xwe ji dest dane. Karesata ku hatîye jiyîn mînaka herî dawî ya bûyerên bêhejmar e ku tê de tedbîrên pêwîst nayên girtin û ked û kedkar têne paşguh kirin. Em wekê Baroya Amedê ji bo kesên jîyana xwe ji dest dane rehma Xwedê dixwazin û ji kesên ku birîndarin re jî şifayê dixwazin. Em li bendê ne ku rayedarên dadwerîyê heta detayên herî biçûk li ser karesatê lêkolîn bikin, derbarê hemû berpirsyaran de pêvajoya darazê ya pêwîst bidin destpêkirin û geşedanên di lêpirsînê de bi raya giştî re parve bikin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.