NÛÇEYÊN KURDÎ

LI DIJÎ ÊRÎŞA KU LI KARKERÊN TENDURISTÎYÊ HATIBÛ KIRIN BERTEK HAT NÎŞANDAN!

Midûrîyeta Tenduristîyê ya Bajarê Amedê, bi daxuyanîyeke nivîskî êrîşa li dijî 4 xebatkarên tenduristîyê şermezar kir.

LI DIJÎ ÊRÎŞA KU LI KARKERÊN TENDURISTÎYÊ HATIBÛ KIRIN BERTEK HAT NÎŞANDAN!

Midûrîyeta Tenduristîyê ya Bajarê Amedê, bi daxuyanîyeke nivîskî êrîşa li dijî 4 xebatkarên tenduristîyê şermezar kir.

Di daxuyanîyê de wiha hat gotin: “Tîma me ya Xizmeta Tenduristîyê ya Lezgîn, dema ku nexweş sewqê nexweşxaneyê kirin û vedigerîyan îstasyonê di trafîkê de ji alîyê siwareyeke sivîl ve rastê gefa devkî hatine. Ambulansa me ji alîyê heman siwareya sivîl ve hatîye rawestandin û li personelên me êrîşa fizîkî hatîye kirin. Di êrîşê de her 4 personelên me yên tenduristîyê hatine derbkirin û mixabin, du personelên me bi kêrê birîndar bûnin.

Her wiha kesên êrîş kirine jî hatine binçavkirin û pêvajoya hiqûqî dewam dike. Em ji bo birîndaran hêvîya şîfayê dikin û em bi rêzdarî ji raya giştî re radigihînin ku em ê weke Midûrîyeta Tenduristîyê ya Amedê, pêvajoya hiqûqî bişopînin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.